Önder Beyter
12 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
ERZURUM
Tê texmînkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf bibare.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa perçe û pir ewrayî be, ji danê sibê pê va li tevahiya parêzgehên Erzirom, Erzingan û Agiriyê, ji danê nîvro pê va jî li tevahiya herêmê dem demî şilope û berf bibare.
Li herêmê germahî wê di ser asta demsalê ra be û ba jî wê ji aliyê başûr û rojavayê başûr nerm û car caran jî qewî rabe.
Li herêmê germahiya bi şev li Erzinganê 5, li Tunceliyê 3, li Îdirê 2, li Erziromê 1, li Agiriyê sifir, di bin sifirê da li Erdêxanê 3 û li Qersê jî pileyek hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî tê texmînkirin ku li Îdirê 14, li Erzinganê 11, li Tunceliyê 9, li Erzirom û Erdêxanê 4, li Qers û Agiriyê jî 3 pile be.
Li navendên kaşûnê qalindahiya berfê li Palandoken û Cibiltepeyê 55, li Erganê jî 84 santîmetre hat pîvan.
Rayedaran diyar kir ku divê welatî li hemberî cemed û hişkiyê û herwisa li berpal û hevrazan jî li hemberî talûkeya şepeyê baldar û bi tevdîr bin.