Elif Orhan
13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
ANKARA
Di navbera hêzên mixalif ên li rojhilatê Helebê û hêzên rejimê yên di bin serkêşiya Rûsyayê de agirbest hat kirin.
Bi agirbestê di merhaleya ewil de tê payîn ku sivîlên bin eblûqeyê de bi awayekî ewledar bên tehliyekirin.
Li gor agahiyên ku AAyê ji komên mixalif ên çekdar ên li rojhilatê Helebê bi dest xistin bi di hevdîtinên ku Rûsyayê re piştî nîvro dest pê kirin û dora saet 19.00an de gihaşt encamê di mijara bi awayekî ewledar tehliyekirina kesên li herêma dorpêçkirî de li hev kirin.
- Di merhaleya ewil de dê sivîl derkevin
Li gor mutebakatê di merhaleya ewil de dê girîngî bê dayîn ku sivîlên ku li herêmê asê mane derxînin derveyî Helebê. Bi vê armancê otobêsên ku dê sivîlan bibin şandin herêmê.
Bi lihevkirina di navbera aliyan de di merhaleya duyemîn de tê payîn ku mixalifên çekdar ên li rojhilatê navenda bajêr jî bi awayekî ewledar bên tehliyekirin. Hat ragihandin ku piraniya komên mixalif qebûl dikin ku ji bajêr dûr bikevin.
Rayedaran da zanîn ku li gor lihevkirinê komên mixalif ên çekdar bi çekên xwe yên sivik dikarin bi awayekî ewledar ji herêmê derkevin.
Rayedarên ku der heqê lihevkirinê de daxuyaniya ewil dan AAyê jî dabûn zanîn ku piraniya komên mixalif ên çekdar qebûl dikin ku ji bajêr derkevin.
- Tirkiyeyê navbeynkariya agirbestê kir
Tirkiyeyê navbeynkariya agirbest û lihevkirina tehliyeyê ya ku li rojhilatê Helebê di navbera mixalifan û hêzên rejima di bin serkêşiya Rûsyayê de hat îlankirin, kir.
Rayedarên îstixbarata tirkan ên ku agahî dan AAyê eşkere kirin ku ji bo ku bi dehhezaran sivîlên ku li Helebê di bin eblûqeya rejimê de asê mane bi awayekî ewledar bên tehliyekirin û komên çekdar ên mixalif bikarin ji bajêr derkevin di navbera aliyan de gelek xebatên navbeynkariyê kirin û gihaştin encamê.
- Otobês li rojhilatê Helebê ne
Otobêsên ku dê sivîlên li rojhilatê Helebê bi awayekî ewledar tehliye bikin gihaştin herêmê.
Rayedaran diyar kirin ku bi lihevkirina ku bi navbeynkariya Tirkiyeyê hat kirin dê pêşî sivîl bên tehliyekirin û dan zanîn ku otobêsên ku dê gel bibe rojavayê Helebê gihaştin herêmê.