Elif Orhan
30 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2019
PEKÎN
Hat ragihandin ku li peravên rojhilatê Tayvanê bi lerza 5,2yan erdhej çêbû.
Navenda Torên Erdhejê ya Çînê ragihand ku li peravên bajarê Hualîena li rojhilatê Tayvanê bi lerza 5,2yan erdhej çêbû.
Erdhej 20 kîlometro bin erdê de çêbû û daxuyanî nehat dayîn ka di erdhejê de tu kes mir an birîndar bû.
Ji aliyê din ve Buroya Hewayê ya Navendî ya Tayvanê lerza erdhejê wek 5,7 pîva û kûrahiya wê jî wek 37,8 kîlometro tespît kir.