27 Mijdar 2016•Rojanekirin: 28 Mijdar 2016
ANKARA
Sererkaniyê daxuyand ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da li devera Xelîliyê ya Sûriyê piştî ku DEAŞa rêxistina terorê rokêt avêt, di çav û bedenên 22 endamên mixalifan da şopa xaza kîmyewî hat dîtin.
Li gor daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) Operasyona Mertalê Firatê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de bi mebesta parastina ewlehiya sînor, piştevaniya hêzên hevpeymaniyê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê, hatibû destpêkirin, kete roja xwe ya 96an.
Di pevçûnan de çekdarekî mixalifan hat kuştin û 14 jî birîndar bûn. Li devera Xelîliyê jî di çav û bedenên 22 endamên mixalifan da şopa xaza kîmyewî hat dîtin.
Balafirên Fermandariya Hêzên Asmanî li herêma Anîfahê 4 hedefên DEAŞê îmhe kirin.