27 Mijdar 2016•Rojanekirin: 27 Mijdar 2016
TEHRAN
Li Îranê di qezayeke helîkopterê da 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Waliyê Behşehrê Seyyîd Xalid Seccadî daxuyanî da IRINNa têlevîzyona dewletê ya Îranê û got ku ambulansfira Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Îranê ji ber sedemeke nediyar ket Deryaya Xezerê (Qezwînê).
Seccadî diyar kir ku helîkopter ji bo guhastina birîndaran çûbû Platforma Neftê ya Emîr Kebîrê û piştî ku ji platformê vegeriya ket Deryaya Xezerê.
Seccadî got ku 5 kesên ku di helîkoterê da bûn, jiyana xwe ji dest dan û lêkolînê derbarê sedema qezayê da didomin.