14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 14 Mijdar 2015
MÛSIL
DAEŞê bi wesaîta bombebarkirî li dijî pêşmergeyên ku derketin operasyona rizgarkirina Şingla navçeya Mûsilê êrîşa xwekujiyê kir û di êrîşê da 2 pêşmerge mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Serbaz Şêrzad Zaxolî der barê êrîşê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Li dijî pêşmergeyên li Yermuka Şingalê bi wesaîta bombebarkirî êrîşa xwekujiyê hat kirin. Di êrîşê da 2 pêşmerge mirin û 4 pêşmerge jî giran birîndar bûn."
Zaxolî destnîşan kir li derdora gundê Wardiyeya ku 8 kîlomêto li rojavayê Şingalê ye milîtanên DAEŞa rêxistina terorê hatine dorpêçkirin û wiha got: "Terorîst teslim nebûn û pevçûn derket. Di şer da 4 terorîst hatin kuştin û gelek çek û cebilxane hat qefaltin."
Zaxolî diyar kir ku li Domîza Şingalê jî welatiyek ji ber bombeya ku milîtanên DAEŞê kiribûn erdê mir û wiha xeberda: "Welatî li ciyê bûyerê dimire. Li herêmeke din jî jî welatiyek ji ber bombeyeke wiha mir."