Hodan Mohamed Abdullahi
03 Tebax 2024•Rojanekirin: 06 Tebax 2024
Li Mogadîşuya paytextê Somaliyê Eş-Şebaba rêxistina terorê êrîşa çekdarî û bibombe bir ser plaj û otêlekî û 32 kes hatin kuştin, 63 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Berdevkiya Polêsên Somaliyê endamên Eş-Şebaba rêxistina terorê êrîş bir ser Plaja Lîdoyê û Otîla Beach Vîew a li Mogadîşuyê.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku êrîşkarekî xwekujiyê li plaja ku lê gelekî sivîl hebûn xwe teqandiye û çend êrîşkar jî ketine otêlê û hawirdor gulebaran kirine.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di êrîşê da 32 kes hatin kuştin û 63 kes jî birîndar bûn û agahî hat dayîn ku hêzên ewlehiyê seranserê şevê dijî êrîşkaran têkoşîn dane.
Hat ragihandin ku êrîş bû sedema kaoseke mezin û hat diyarkirin ku gelek birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Di dîmenên li ser çapemeniya civakî da xuya dike ku li plaj û otêlê gelek kuştî û birîndar hene.
Ji bo ku hewcehiya xwînê pêk bê bangewaziya bexşandina xwînê hat kirin.
Hat ragihandin ku Eş-Şebaba rêxistina terorê berpirsyariya êrîşê hildaye ser xwe.