Haydar Karaalp
03 Tebax 2024•Rojanekirin: 04 Tebax 2024
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî xwest ku "Peymana Şingalê" ya ku bi hikûmeta navendî ra hat îmzekirin bê tetbîqkirin û PKKya rêxistina terorê û hemû "komên dereqanûnî" yên din Şingalê biterikînin.
Barzanî di çalakiya bibîranînê ya ku ji ber 10emîn salvegera qetlîama Şingalê li Hewlêrê hat lidarxistin da axivî û der barê hebûna PKKya rêxistins terorê ya li Şingalê da nirxandin kirin.
Barzanî diyar kir ji bo ku êzdî vegerin jiyana xwe ya normal divê Peymana Şingalê bê tetbîqkirin û got ku "PKK û hemû komên dereqanûnî yên din divê Şingalê biterikînin. Êzdî divê birêvebiriya xwe hildin destê xwe. Ji bo ku êzdî bikarin vegerin malên xwe divê Şingal ji nû va bê avakirin, binesazî bê çêkirin, li Şingalê îstiqrar û aramiyê hildin bin temînatê."
Barzanî destnîşan kir ji bo ku Peymana Şingalê bê tetbîqkirin û herêm normalîze bibe divê hikûmeta navendî ya Iraqê bi hikûmeta HKIyê ra di nav kordînasyonê da bixebite û wiha axivî:
"Em ji bo ku êzdî nebin rehîneyên ajandayên siyasî yên koman divê bixebitin. Şingalî divê êdî birêvebiriya xwe hildin destê xwe û êdî nebin êsîrê hêzên dersînor. Ji bo ku em bikarin li Şingalê ewlehî û jiyanê ji nû va ava bikin û hêviya pêşerojê derxînin holê PKK û hemû hêzên dereqanûnî yên din divê ji Şingalê derkevin. Qetlîama ku êzdî rû bi rû man yek ji qetlîamên herî hov ên di dîrokê da ye...Digel ku ji ser ra 10 sal derbas bûn hê jî birîn necebirîne. Ji bo ku sûcdar cezayê xwe bikşînin divê em hemû derfetan seferber bikin. Sivikkirina encamên komkujiyê peywira Iraq, HKI û raya giştî ya navneteweyî ye. Divê aqûbeta êzdiyên winda bûne jî bê tesbîtkirin."