Haydar Şahin
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
NEW YORK
Li Şîliya welatê Amerîkaya Başûr erd bi lerza 6,9an hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê diyar kir ku li Valparaîsoya bajarê li ber behrê erd bi lerza 6,9an hejiya, erdhej 25 kîlometre di binê erdê da çêbû.
Hat ragihandin ku li Santîgoya paytext a 102 kîlometreyî dûrî Valparaîsoyê jî bi erdhejê hisiyan, rayedaran piştî erdhejê ferman da ku ji ber tsunamiyê bajar bê tehliyekirin û paşê ferman hat betalkirin.
Tê gotin ku di erdhejê da tiştek bi tu kesî nehat, piştî erdhejê 2 carên din jî erd bi lerza 5an hejiya.
Li Şîliyê di sala 2010î da erd bi lerza 8,8an hejiyabû û di erdhejê da ji 500î zêdetir kes miribûn.