İbrahim Atmaca
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
WASHINGTON
Serokê Emrîkayê Donald Trump der heqê 24ê Nîsanê ku ermenî wek salvegera bûyerên 1915an qebûl dikin da bi ermenîkî got "Felaketa Mezin" (Meds Yeghern).
Trump der heqê bûyerên sala 1915an da daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Meds Yeghern di sedsala 20emîn da yek ji komkujiyên herî mezin e. Îro êş û kedera kesên ku di vê komkujiyê da kişandin tê bîra me."
Trump îdia kir, "Ji sala 1915an pê va milyonek û nîv ermenî hatin dersînorkirin, kuştin an jî tehcîrkirin" û wiha dewam kir:
"Civata ermeniyên ku li Emrîka û giştiyê dinyayê dijîn, şîna jiyana xwe ya bê sûc û guneh dikin. Ez bi civata ermeniyan ra me. Gelek ermeniyan li Emrîkayê jiyaneke nû ava kir û ji bo welatê me piştgiriyeke mayînde dan.
Ji bo ku bûyerên bi vî rengî cardin çênebin, divê dîrok were bîra her kesî. Ji bo ku bingeha paşerojeke adiltir û musamehetir were avakirin, divê ev bûyera krîtîk û mazî were qebûlkirin û hesabê wê were dîtin. Di vê qebûlkirin û hesabdîtinê da hewlên tirk û ermeniyan me kêfxweş dikin."
Serokê berê Barack Obama jî dema ku li ser wezîfeyê bû gotina "Meds Yeghern" ku bi ermenîkî tê wateya "Felaketa Mezin" gotibû.
Serokên Emrîkayê ji sala 1993yan û heta niha ji bo bûyerên 1915an her sal bi rêk û pêk daxuyaniya nivîskî didin û piranî ji bo bûyerên 1915an gotinên "felaketa mezin, tehcîr û komkujî" tê gotin.