Önder Beyter
24 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Li Şîliyê xwepêşandanên ku ji ber zema ucreta metroyê dest pê kirin û dû ra vegerand bûyerên tundiyê û herwiha li seranserê welêt belav bûn, hê jî dewam dikin û di van xwepêşandanan da 18 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li paytext Santiagoyê bi hezaran kesên ku li Meydana Baquedano ku wekî Meydana Îtalyayê tê naskirin kom bûn, hikûmeta Serokê Dewletê Sebastian Pinera protesto kirin.
Hêzên ewlekariyê bi xaza rondikrêj va midaxaleyî xwepêşandêrên ku kevir û tiştên hişk avêtin wan, kirin.
Di vê navberê da li hin herêmên welêt hêzên ewlekariyê û xwepêşandêr bi hev diçin û bûyerên talankariyê jî dewam dikin.
Herî dawîn li Herêma Metropolîtanê ku paytext Santiagoyê jî li xwe digire, hin xwepêşandêran otêlek û restorana di binê otêlê da şêlandin.
- 18 mirî, ji 250yî zêdetir birîndar
Di vê navberê da li welêt di protestoyan da 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat destnîşankirin, ji kesên ku mirin yek jê zarokekî 4 salî ye.
Di xwepêşandanan da ji 250yî zêdetir kes birîndar bûn, ji 2 hezarî zêdetir xwepêşandêr jî hatin binçavkirin.
- Xwepêşandêr çareseriyên mayînde dixwazin
Xwepêşandêr David Munoz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Sedema xwepêşandanên me ew e ku ji çaxa ku welêt demokrasî hatiye avakirin û heya niha li ser her welatiyekî Şiliyê zext û fişar heye. Zehmetiyên wekî tenduristî, perwerde û sazkirina karekî."
Munoz ji bo ku xwepêşandêr bi dawî bibin jî wiha bal kişand, "Em bi van xwepêşandanan va bi tenê wekheviyê dixwazin. Ji sedî 1ê welêt tevahiya dahata Şîliyê werdigire, ji sedî 90î mayîn jî em ji bo parî nan şer dikin, em rûmetê dixwazin, em dixwazin ku jiyaneke baş bijîn."