Xwepêşandanên protestoyê yên li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê rageşiya siyasî ya ku bi krîza serokatiyê ve dest pê kiribû gurtir kir. Herçiqas tê gotin ku sedema xwepêşandanan meaş e, lêbelê xwepêşandêr ji ciwanên ku karmend nînin pêk tê û zahfên wan jî endamê Hereketa Goranê ne. Ji ber vê xalê li gorî nirxandina hin kesan kesê di hedefê de "Mesûd Barzanî" ye. Di çalakiyên li hin navçeyan de sempatîzanên PKKyê yên rûnixamtî êrîşê avahiyên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) kirin û xelk provoke kirin. Ev jî dide nîşan ku ji sedemên aborî bêtir "sedemên siyasî" hene.
Li gorî PDKyê berpirsê herî mezin ê çalakiyan Hereketa Goranê ye. Rayedarên PDKyê bangî Goranê dikin ku ji hikûmetê vekişe. Ji hêla din Asayîşa PDKyê, Serokê Parlementoya HKIyê Yûsif Mihemmed ê ku mensûbê Goranê ye û ji bajarê Silêmaniyê dihat li noqteya kontrolê sekinand û berneda hundirê Hewlêrê. Di bûyeran de 5 kes miribûn, zêdetirî 200 kesî birîndar bibûn û gelek avahiyên PDKyê yên navçeyan hatibûn şewitandin. Ji ber ku Goran wekî berpirsê çalakiyan tê dîtin, îhtimal heye ku ji hikûmetê vekişe an jî ji hikûmetê were xistin. Tê gotin heke ku Goran ji hikûmetê vekişe dê hêza PDKyê li herêmê xurttir be.
- "Sedema şer meseleya serokatiyê ye"
Endamê Perwerdeyê yê Zanîngeha Selahaddînê ya li Hewlêrê Dr. Salih Mele Omer di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de wiha got: "Sedema sereke ya rageşiya di navbera PDK û Goranê de meseleya serokatiyê ye. Goranê xwest ku bi awayê dilê xwe pergala desthelatiya Kurdistanê û yasaya serokatiyê biguherîne. Lêbelê dema ku em ji hêla yasayî ve lê mêze dikin, em dibînin ku Parlementoya Kurdistanê di sala 2011an de biryar stend ku di qanûnên der heqê meseleyên neteweyî de dê lihevdu bikin."
Dr. Omer got ku mijara serokatiyê ji bo PDKyê pir girîng e û wiha axivî, "PDKyê qebûl nekiriye ku di vê mijarê de biryareke yekalî derkeve. Goranê hewl da ku bi rêya parlementoyê ve vê meseleyê bi dilê xwe çareser bike. YNK, Yekgirtû û Komel kî îqna kir û di 23yê hezîranê de dest bi hewla xwe ya ewil kir. Di warê serokatî û mijarên din de bi ser ket û gavek avêt. Lêbelê di parlementoyê de Goran negihîşt hejmara hewce û projeya wê têk çû."
Dr. Omer wiha dewam kir:
"Dema ku Goranê fêm kir ku di parlementoyê de nikare mijara serokatiyê çareser bike, vêcarê serî li rêbazeke din da û kolan sincirand. Goranê xwest ku bi rûdanên kolanan ve mijara serokatiyê bîne ser ya xwe û PDKyê bixe binê zexta xwe."
- "Goran êdî nikare di nava hikûmetê de cih bigire"
Dr. Omer qala daxuyaniya Buroya Siyasî ya PDKyê kir û wiha got: "Buroya Siyasî ya PDKyê di daxuyaniya xwe ya duhê de diyar kir ku Goranê êdî di nava hikûmetê de cih negire. PDKyê got ku serokê parlementoyê yê mewcûd yê ku mensûbê Goranê ye bi lihevkirin û piraniya dengan ve hatibû hilbijartin û dê ji vir û şûnde jî wezîfeya xwe nedomîne. Pênc wezîrên Goranê yên di kabîneyê de jî bi feraxata PDKyê hatibûn hilbijartin. Lêbelê hat îlankirin ku êdî ji vir şûnde dê wiha nemeşe."
"Rêveberiya duserî bi helwesta YNKyê ve girêdayî ye"
Ji bo pirsa, "Herêma kurdan wekî Hewlêr û Silêmanî mimkûn e ku bibe du perçe?" Omer wiha bersiv da: "Li herêma Kurdistanê rêveberiya duserî bi helwesta YNKyê ve girêdayî ye. Li herêma Silêmaniyê asayîş û hêz di destê vê partiyê de ye. Heger YNK digel PDKyê di nava hikûmetê de cih bigire, rewşê wiha bidome. Lêbelê YNK eger piştgiriyê nede PDKyê û di nava hikûmetê de cih negire, wêçaxê îhtimal heye ku li herêma Kurdistanê rêveberineke duserî pêk were. Heger rêveberineke duserî çêbe Kerkûk, Silêmanî û Helebce di kontrola YNKyê de; Hewlêr, Duhok û hin deverên Mûsilê jî dê bikin wilayetekî û dê di bin basikê PDKyê de bimînin."
Omer analîza xwe wiha bidawî kir, "Li herêmê îhtimala şerê navxweyî tuneye. Ji ber ku di navbera aliyan de herêm û noqte diyar in. Di rêvebirin û hêza leşkerî ya Silêmaniyê de PDK ji binî ve tuneye. Digel ku avahiyên wan hatin şewitandin tu tişt nekirin. Mifteya şaxên xwe teslîmî hêzên ewlekariyê kirin û vekişiyan."
- "Hedefa sereke Barzanî ye"
Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Merûf jî bal kişand ser emrê xwepêşandêran û wiha got, "Çalakvan ji karmendan bêtir ji ciwanên rûnixamtî pêk tê. Armanca van çalakiyan daxwaza meaşê nîne. Ji ber ku çalakvan karmend nînin. Ev hereketeke siyasî ye. Li pişt çalakiya li Diyarbekirê kî hebe, li pişt çalakiyên li Silêmaniyê jî heman hêz hene. Ez vî dişibînim bûyerên Gezî Parkiyê ya li Stenbolê. Li vir hedefa sereke Barzanî ye. Ev çalakiyên tundiyên yên ku li herêma Kurdistanê xerîb in, şerê navxweyî yê di navbera salên 1992-98an anî bîra me. Xelk ditirse."
Parlementerê Partiya Pêşketina Tirkmenan Mihemmed Îlhanli jî wiha xeberda: "Ev çalakî nînin, alozî û xirecir e. Em wisa difikirin ku li pişt van bûyeran hêzên dereke hene. Bi gotineke eşkeretir, em wisa difikirin ku di nava vî karî de destê Îranê û hêzên ku îstiqrara herêmê naxwazin û ji îtifaqa bi Tirkiyeyê re aciz in heye. Ji ber ku di bûyeran de dirûşmeyên ku hatin berzkirin, rasterast Barzaniyê ku bi Tirkiyeyê re pêwendiyên wî baş in, kirin hedefa xwe.
Îlhanli diyar kir digel ku Goran hevbeşê hikûmeta koalîsyonê ye, lê dîsa jî xwestin ku fatûraya krîza aborî tenê li ser PDKyê bibirin û wiha dewam kir: "Goranê berê dijberiya YNKyê kir û rayeke baş stend. Aniha jî dixwaze ku destkeftinên PDK û YNKyê yên 20 salan tune bike. Lê PDKyê ji vê krîzê derkeve û dê hêza xwe jî xurttir bike."
Bûyeran çawa dest pê kir?
Ji bo ku qrîza serokatiyê çareser bibe, 5 partiyên siyasî civîna xwe ya 9emîn di 8ê cotmehê da li Silêmaniyê kir û ew roj bûyeran dest pê kir. Grûbek li ber otêla ku civîn lê dihat kirin, civiya û grûbê xwest ku êdî pirsgirêka serokatiyê were çareserkirin. Grûb hêrs bû û êrîşî rojnamegeran kir. Grûbê demekê şûnda xwest ku bikeve otêla ku civîn lê tê kirin. Polês bi xaza îsotê û ava tazyîk midaxale kir û grûb li kolan û kuçeyan belav bûn. Grûba hêrsketî kolana mezin a bajêr ji çûnûhatina wesaîtan ra girt û bûyer mezin bûn. Li Silêmaniyê heta nîvê şevê bûyer nesekinîn.
Roja dinê li Silêmaniyê sikûnet çêbû, lê vê carê jî li navçeya Kaladizeyê xwepêşandanan dest pê kir û li vê derê 3 kes mirin, 20 kes birîndar bûn. Xwepêşandêran li vê derê agir berdan avahiya PDKê. Li Silêmanî, Ranya, Keler û Kaladizeyê bûyer nesekinîn. Hejmara miriyan derket 5an, birîndar jî ji 200î derbas bûn. Buroya siyasî ya PDKê daxuyand ku sedema bûyeran Tevgera Goranê ye. Goranê jî xwe parast û sûc avêt stûyê PDKê. Berpirsiyarê Têkiliyên Derva yê PDKê Hemin Hewramî Goranê dewet kir ku ji hikûmetê vekişe.
Rageşiya ewil bi qrîza serokatiyê dest pê kir
Wezîfeya Mesût Barzanî di 20ê tebaxê da kuta bû. Lê Komîsyona Wezareta Dadê dema wezîfeya Barzanî heta 2017an dirêj kir. Her çend qrîz ji aliyê zagonê va çareser bibe jî, ji aliyê siyasî va nîqaşan dewam kir. Bi taybetî Tevgera Goranê li dijî dirêjkirina wezîfeya Barzanî derket. Partiyên siyasî yên parlementoyê civiyan. Civîn li Hewlêr û Silêmaniyê tên çêkirin. Civîna 9em di 8ê cotmehê da hat kirin û bûyeran wê rojê dest pê kir.
Hikûmet ava kirin, lê ji bo serokatiyê cuda difikirin
Partiyên siyasî yên kurdan di 2013an da hikûmet ava kirin û hemû partiyan di nav hikûmetê da cih girt. Lê partiyan li ser serokatiyê li hev nekirin. Di mijara qrîza serokatiyê da Goran û YNK her çend şirîkê hikûmetê bin jî wek PDKê nafikirin. Bi taybetî jî di navbera PDK û Goranê da rageşî derket.
Rêvebiriya duserî
Xwepêşandanên ku li Silêmanî û der û dora wê qewimîn da nîşan da ku li herêma Kurdistanê bi destê du îdareyan va tê birêvebirin. Li gor daxuyaniya PDKê hêzên YNKê di bûyeran da wezîfeya xwe nekirine. Di halê hazir da hemû hêzên ewlehiyê girêdayî hikûmeta herêmî ne, lê di daxuyaniya PDKê da behsa "hêzên girêdayî YNKê" tê kirin û ev dide nîşan ku li herêmê duserîtî heye.
Di parvekirina hêza siyasî da cihê PDKê
Parlementoya herêma Kurdistanê ji 111 parlementeran pêk tê. Hejmara parlementerên PDKê 38, yên Goranê 24, yên YNKê 18, yên Yekgirtû 10 û yên Komel Îslamê jî 6 in. 4 partiyên din jî her yekî parlementerekî xwe heye. Ji kêmnetewan jî 11 parlementer hene.
Hereketa Goranê
Noşirvan Mistefa di 2009an da Goran ava kir. Goranê di heman salê da 25 parlementer qezenc kir. Di hilbijartina giştî ya 2013an da jî 24 parlementer derxist û bû partiya duyemîn û bû şirîkê îqtidarê yê PDKê. Wek PDK û YNKê pêşmerge û polêsên Goranê tunene.
Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû)
Yekgirtû nêzî Birayên Misilman û Tirkiyeyê ye û di 1994an da hat avakirin. Salahaddîn Muhammed Bahaddîn demeke dirêj serokatiya giştî kir. Li Parlementoyê 10 parlementerên Yekgirtûyê hene û partiya 4emîn e. Navenda wê li Hewlêrê ye. Piştgirên wê li Dihok, Hewlêr, Silêmanî û Helebçeyê hene. Wezareta Ceyran û Karên Sosyal destê vê partiyê da ne. Di qrîza serokatiyê da baskê Yekgirtûyê yê Dihokê piştgirî da PDKê.
Komel Îslam
Alî Bapîr ji Bizotnewe îslamê qetiya û sala 2001ê da ev partî ava kir. di parlementoyê da 6 parlementerên vê partiyê hene. Li herêmê partiya mezin a 5emîn e. Navenda wê li Hewlêrê ye. Wezareta Çandiniyê di destê Komel Îslamê da ye. Komel nêzî Îranê ye, siyaseta ku dike wisa balê dikşîne. Di qrîza serokatiyê da mixalifê Barzanî ye.
Tirkmen
Li Herêma Kurdistanê 5 parlementer ji bo tirkmenan hatiye veqetandin. Di hilbijartina 2013an da lîsteya pêşketina tirkmenan 2, Eniya Tirkmenan, Partiya Pêşketinê û lîsteya Tirkmenên Hewlêrê her yekî parlementerek qezenc kir. Tirkmen bi gelemperî piştgiriyê didin Barzanî.
Li herêma Kurdistanê asûrî û suryanî jî her yekî du parlementerên xwe hene. Parlementerên keldanî û êrmeniyan jî her yekî yek e. Bi tirkmenan va bi tevahî 11 parlementerên kêmnetewan hene û ev piştgiriyê didin Barzanî.
news_share_descriptionsubscription_contact
