İbrahim Atmaca
04 Hezîran 2019•Rojanekirin: 05 Hezîran 2019
Hat ragihandin ku li Xartûmê di midaxeleya yekîneyên artêşê da herî kêm 35 xwepêşandêr hatin kuştin.
Li Xartûmê di midaxaleya yekîneyên artêşê da herî kêm 35 xwepêşandêr hatin kuştin ( Stringer - Anadolu Agency )
Li gor daxuyaniya Komîteya Doxtoran a Sûdanê, Konseya Eskerî li Xartûmê ber biryargeha giştî herî kêm 35 kes kuştin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di êrîşê da bi sedan kes birîndar bûn, rewşa gelekan ne baş e.
Ji bo welatiyên Tirk ên li Sûdanê banga "dernekevin derva"
Li gor daxuyaniyê ji ber ku milîsên çekdar nexweşxane dorpêç kirine, êrîşî doxtoran dikin û wan digrin, loma hejmara miriyan teqez nîne û li gor gotinên xwepêşandêran milîsên Cancawîdê gelek cesedên li meydana ku xwepêşandan lê hat kirin, hildan û avêtin Çemê Nîlê.
Komîteyê di daxuyaniya xwe da sersaxî da malbatên kuştiyan.