31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
TRABLÛS
Hat ragihandin ku li bajarê Derneya Lîbyayê êrîşa hewayî hat lidarxistin. Di êrîşê da li gorî agahiyên ewil 10 kes hatin kuştin, 15 kes jî birîndar bûn.
Li gorî xebera kanala El Ahramê ku ji wezîfedarekî ewlehiya meclisa herêmî ya Derneyê hilda, li herêma El-Fetayihê ji aliyê balafirên ku ne diyar e yê kî ne, êrîşa hewayî hat lidarxistin. Di êrîşê da li gorî agahiyên ewil 5 zarok bi tevahî 10 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve Endamê Konseya Şûra ya Şoreşgerê Derneyê Hafiz ed-Dabî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di êrîşê da 5 zarok bi tevahî 12 kes mirin û ji 15yî zêdetir jî birîndar hene. Dabî ragihand ku di êrîşê da malek hilweşiya û hê jî di bin enqazê de mirov hene.
Hat ragihandin ku hê jî kesî êrîş hilnedaye ser xwe.