Haydar Şahin
10 Sibat 2018•Rojanekirin: 10 Sibat 2018
QUDIS
Hat ragihandin ku rêveberiya Îsraîlê ew ê destûrê bide saziyên navneteweyî ku alîkariya mirovahî bigihînin Xezeyê.
Li gor xebera televizyona Kanal 10ê, Avîdgor Lîbermanê Wezîrê Parastinê Sererkan Gadî Eîsenkot û Tumgeneral Eyal Zamîrê Serokê Fermandariya Başûr a Artêşa Îsraîlê di civîna ku li dar xistin da gotin biryar dan ku alîkariyên navneteweyî bigihêjin Xezeyê.
Di civînê da rewşa ewlekarî û însanî ya li Xezeyê hat nirxandin û hat gotin ji bo ku qirîza mirovahiyê ya li herêmê hê jî zêde nebe biryar hat dayîn ku ew ê destûrê bidin alîkariyên însanî "ji kontrolên ewlehiyê bên derbaskirin û di çavdêriya navneteweyî da" derbasî herêmê bikin.
Di xeberê da hûrgiliyên mijarê nehatin dayîn.