Fatih Gazioğlu
10 Sibat 2018•Rojanekirin: 10 Sibat 2018
QUDIS
Hat ragihandin ku Îsraîlê teyareyeke bêmirov (ÎHA) a li sînorê Sûriyeyê xistiye û êrîşa esmanî biriye ser hedefên Îranê yên ku Sûriyeyê.
Li gor daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, ÎHAya ku ji Sûriyeyê rabûbû li ser îxlalkirina sehaya esmanî ya Îsraîlê ji aliyê sîstema parastina fuzeyan va hat berterefkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Îsraîlê li ser vê êrîşeke esmanî bir ser hedefên Îranê yên Sûriyeyê.
Artêşa Îsraîlê spêde daxuyaniyek dabû û gotibû li Sûriyeyê balafirên wan rastî êrîşê hatine.
Der barê bûyerê de ji Îranê hê tu agahî nehatiye dayîn.