ŞANLIÛRFA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu di Civîna Wezîrên Dewletên Cînarê Sûriyeyê ya 2yemîn de rewşa Sûriyeyê şiband dema Serdema Navîn û da zanîn ku lêkolînên dawîn nîşan didin ku li Sûriyeyê birçîbûn wek rêwazeke mirinê tê sepandin û wiha dewam kir:
"Gelê Sûriyeyê di nav trajediyeke mezin de ye. Ev trajediya ku mirov dikare bişibîne trajediyên sedsala 20emîn niha di sedsala 21emîn de ji bo Sûriyiyan dewam dike. Li Sûriyeyê bi tanqan, çekên kîmyevî, moşekên Scûdê û bi çekên giran êrîş tên kirin. Bi rastî jî ew welatiyên ku ketin nav tengasiyeke mezin bi qefîleyan koçî welatên cînar kirin. Li Tirkiyeyê niha 700 hezar penaberên ji Sûriyeyê hene. Wan koçî Misir, Lubnan û Urdunê jî kirin. Niha rewşa wan qet baş nîne û ji ber tîbûn û birçîbûnê di rewşeke xerab de ne."