Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi têlefonê li waliyên Hekarî û Bîngolê geriya û der heqê pevçûn û bûyerên li herêmê da agahî hilda.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokwezîriyê, Davutoglu bi têlefonê li Waliyê Bîngolê Yavuz Selîm Koşger û Waliyê Hekariyê Yakup Canbolat geriya.
Davutoglu der barê leşkerên ku cangorî bûn, rewşa leşkerên birîndar û operasyonên dawîn da agahî hilda.
Davutoglu telîmat da waliyan ku li gor rêgezên hiqûqî yên demokratîk têkoşînê li dijî terorê bidin û tawîzan nedin.