26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2018
EZEZ/ÎSTANBUL
Fransa li Sûriyeyê piranî ji îmkanên Amerîkayê îstifade dike û li herêmê qasî 200 eskerên wan hene.
Fransayê çend roj beriya vê daxuyaniyek dabû û gotibûn piştî vekişîna Amerîkayê ew ê piştgiriyê bidin YPG/PKKya rêxistina terorê.
Li gor lêkolîna nûçegihanên AAyê yên ku li qadê kirin, Fransa bixwaze jî ev îmkan li herêmê tunene.
Jimara eskerên Fransayê yên ku li rojhilatê Feratê 200 e. Ev jî piranî ji eskerên teknîkî, hêzên taybet û yên bataryaya topan pêk tên.
Li Sûriyeyê ji bilî eskeran gelek şervanên çepgir û endamên komên anarşîst jî alîkariyê didine YPG/PKKya rêxistina terorê. Di nav YPG/PKKya da ji 50yî zêdetir welatiyên Fransayê hene.
Ji 70yî zêdetir eskerên mensûbên Hêzên Taybet ên Fransayî di bin navê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DEAŞa rêxistina terorê da li Kobanî, Girê Miştenûr, navçeya Sirînê, bajaroka Eyn Îsa û Lafarga fabrîqeya çîmentoyê ya Fransayê ya li gundê Xarab Işqê bi cih bûne.
Li bajarê Dêre Zorê nêzî başûrê qada petrola Kabîbabayê bataryayên topan yên Fransayê hene. Fransa avahiyên li vê derê wekî navend bi kar tîne.
Li Qahara qada petrolê ya li rojhilatê navçeya Mayadînê jî hêzên taybet û bataryayên topan yên Fransayê cî digirin.
Artêşa Fransayê li bakurê Sûriyeyê li herêma di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da li 9 baregehên eskerî bi cih bûye. Ji van baregehan 4ê wan heta niha ji hêla Amerîkayê va dihatin parastin.