26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2018
DÊRAZORÊ/ANKARA
YPG/PKKya rêxistina terorê piştî ku li bajarê Dêrazorê ku dikeve rojhilata Sûriyeyê, navçeya Heccînê ku wek keleha dawîn a DEAŞê bû, dagir kir navenda bajaroka Buxatirê jî bi dest xist.
Li bajarê Dêrazorê ku nêzî sînorê Iraqê ye, di navbera rêxistinên terorê YPG/PKK û DEAŞê da pevçûn dewam dikin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî yên li Dêrazorê hat bidestxistin, YPG/PKKya rêxistina terorê piştî ku pêr navçeya Heccînê ku wek keleha dawîn a DEAŞê bû, bi dest xist li rojhilata navenda navçeyê navenda bajaroka Buxatirê jî bi dest xist.
Piştî bidestxistina navenda bajarokê pevçûnên navbera herdu rêxistinên terorê li aliyê rojhilata Buxatirê navenda bajaroka Buhesenê dewam dikin û terorîstên YPG/PKKyî ketin bajaroka Baxozê û qismekî wê dagir kir.
DEAŞ li Dêrazorê tenê li bajarokên Şîîfe, Baxoz, Suse, Buhesen û li hin gundên der û dorê ma.