İbrahim Atmaca
26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2018
ENBAR
Hat gotin ku Amerîka wê li rojavayê Iraqê nêzî sînorê Sûriyeyê du baregehên eskerî yên nû çêke.
Endamê Meclisa Bajêr a Wilayeta Enbarê Ferxan Duleymî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Amerîkayê biryar da ku li nêzî sînorê Sûriyeyê yê wilayetê ser eraziyê beyar du baregehên eskerî yên nû çêke.
Duleymî got ku baregehek wê li bakurê bajaroka Er-Rumana ser navçeya Qaîmê, ya din jî wê li rojhilata navçeya Rutbayê were avakirin.
Duleymî diyar kir ku her du baregeh jî wê nêzî 100 kîlomêtreyî dûrî sînorê Sûriyeyê li deverên stratejîk werin înşakirin û eskerên Amerîkayê wê ji bo ewlehiya sînor piştgiriyê bidin hêzên Iraqê.
Herêmên ku Amerîka plana bicihbûnê lê dike di navbera Iraq-Urdun-Sûriyeyê da li ser guzergaha deriyên gumrikê ne.
Li Iraqê ji bo têkoşîna Iraqê nêzî 5 hezar eskerên Amerîkayê wezîfe dikin.
Hikûmeta navend a Iraqê an jî rêvebiriya Amerîkayê hê der heqê avakirina baregehên eskerî da daxuyanî nedaye.