ÎSTANBÛL
Li gor daxuyaniya Konseya Giştî ya Şoreşê ya Sûriyeyê (SRGC), mayina di navbera rêya bajarokên Nebk û Yebrûdê hatibû bicihkirin teqiya. Hat diyarkirin ku di encama teqînê de15 kes mirin, 30 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên di şer de mirin û birîndar bûn ew kes bûn ku ji herêma şer direviyan. Tê îdiakirin ku mayin bi destê hêzên rejîmê li ser rê hatiye bicihkirin.