ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê mayina ji bo ku polês nikaribin bikevin taxê ji hêla endamên YDG-Hya ciwanên rêxistina terorê PKKyê ve hatibû veşartin, dema minîbusek ji rê derbas bû teqiya. Di qezayê de şofêrê minîbusê Sahîp Akil (31) mir.
Endamên YDG-Hyê li taxa Nurê xendek kolan û li cihê ku kolana Botaş û Ozkanê hev ve girêdide teqemenî bi cih kirin. Dema minîbusa ku şofêrê wê Sahîp Akil û plaqeya wê 73 DD 836 bû ji rê derbas bû teqemenî teqiya û şofêr li cihê bûyerê mir.
Piştî teqînê gelek polês û ambulansek hat cihê bûyerê û cinazê Akil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Polêsan û pisporên bombeîmhakirinê li cihê teqînê lêkolîn kirin.