Önder Beyter
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
ANKARA
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku meha çûyî di 54 qetlîamên ku 40 jê bi destê rejima Beşar Esed hatin kirin da 783 sivîl ku qedera nîvê wê jin û zarok in, hatin kuştin.
SNHRyê der heqê êrîşên ku wekî qetlîam pênase dike yên ku tê da herî kêm 5 kes hatin kuştin da rapora Adara 2018an weşand.
Di raporê da hat ragihandin ku meha çûyî di 54 qetlîamên ku bi destê rejima Esed, Rûsya, rêxistina terorê YPG/PKK û yên mayîn hatin kirin da 198 jê zarok, 138 jê jin bi tevahî 783 kes hatin kuştin.
Li gorî vê, hêzên rejima Esed li Sûriyeyê meha çûyî 39 jê li herêma Xûtaya Rojhilat 40 qetlîam pêk anîn û di rêza pêkanîna qetlîaman da bûn yekemîn.
Di raporê da hat destnîşankirin ku Rûsyayê 4, rêxistina terorê YPG/PKKyê 2 û komên mayîn yên ku li Sûriyeyê pev diçin jî 8 qetlîam kirin.
Herwiha di raporê da hat balkişandin ku di qetlîamên rejimê da 142 jê zarok, 105 jê jin 620 sivîl hatin kuştin, di qetlîamên hêzên Ûris ku piştevaniya asîmanî didin rejimê da jî 41 jê zarok, 14 jê jin bi tevahî 78 sivîl hatin kuştin.
Di raporê da herwisa ew agahî hat dayîn ku di qetlîamên rêxistina terorê YPG/PKKyê da 5 jê jin 17 kes hatin kuştin, di qetlîamên ku bi destê grûbên mayîn hatin kirin da jî 15 jê zarok, 14 jê jin 68 sivîl hatin kuştin.
Di raporê da hat balkişandin ku divê li welatên ku piştevaniya rêxistina terorê YPG/PKKyê dikin, zext were kirin da ku rêxistin wê yekê rawestîne û mafê mirovan binpê neke. Herwiha di raporê da ew yek hat xwestin ku alîkariya çekan a ji bo rêxistinê bi dawî bibe.