Abdullah Tel
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
ÎDLIB
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê di teqîna ku avahiyeke 7 qatî pêk hat da hejmara sivîlên can dan, derket 28an.
Midûrê Parastina Sivîl ê Îdlibê Mihemed Hec Yûsif daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku duh li navenda bajêr di avahiyeke 7 qatî da teqîn pêk hat û hejmara miriyan ji 15yan derket 28an.
Di teqînê da 135 kes jî birîndar bûn.
Sedema teqînê hê jî nayê zanîn û ekîbên Parastina Sivîl xebatên xwe didomînin.