Abdullah Tel
13 Gulan 2017•Rojanekirin: 14 Gulan 2017
ÎDLIB
Li Sûriyeyê ew konvoya tehliyeyê ya duyemîn e ku hezar û 266 sivîl û muxalifên eskerî di nav da ji herêm Berze û Tîşrîna li rojhilatê Şamê di bin dorpêçiya rejimê da ne derketibû rê, gihîşt Îdliba ser sînorê Tirkiyeyê.
Li gor agahiyên ji nûçegihanê AAyê yê li Îdlibê hildan konvoya duyemîn a ji 30 otobusî pêk tê li ser lihevkirina rejima Esed û muxalifên eskerî derket rê. Di konvoyê da 350 jê zarok û 300 jî jin bi tevahî hezar û 266 kes ji herêmên dorpêçkirî derketin.
Kesên ku di konvoyê da hatin bajêr qismekî wan di dibistana ku li navendê wek stargeh tê emilandin da hatin bicihkirin û qismê mayî jî birin navendên xwesipartinê ya Saed û Mihambila li Maeret Masrîna navçeya Îdlibê.
Di konvoya ewil a ku 4 roj berê derketibû rê da bi tenê ji taxa Berzeyê 950 sivîl û muxalifên eskerî gihîştibûn Îdlibê.
Tê payîn ku hefteya pêş me jî wê tehliye dewam bikin.