ŞAM
Li Heleba bajarê Sûriyeyê bi bombeyan êrîşî konvoya leşkeran kirin. Hat diyarkirin ku di êrîşê de 20 leşkerên girêdayî artêşa Sûriyeyê û milîtanên Hîzbûllahê mirin.
Li gor daxûyaniya Navenda Agahîdayina (Enformasyon) Sûriyeyê, Artêşa Azad a Sûriyeyê êrîş biriye ser konvoya milîtanên Hîzbûllahê û leşkerên Esed. Li gor vê daxûyaniyê di bûyerê de 20 leşker mirin û gelek leşker jî dîl girtine.
Ji ber êrîşê 4 wesayîtên cebilxane barkirî perçe perçeyî bûn. Hat diyarkirin, wê guleya bi 23 qalîbre her çar wesayît jî qul kirin.
Hêzên Rejîmê duh bombeya warîlê avêtin ser mizgefta bajaroka Anadan a Helepa nêzî Tirkiyeyê. Di vê êrîşê de 8 jê zarokên keç, 4 jî mamosteyên jin, bi tevahî 12 kes mirin. Ji 50yî jî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Hêzên Esed li Helebê operasyonan dibin ser cihên ku di destê AASê de ne.