QAHÎRE
Şahidên bûyêrê diyar kirin ku piştî xwepêşandanan dest pê kir, yekîneyên leşkerî yên ku li ber Midûriyeta Ewlehiya Gîzaya nêzî qadên Rabîatul Adewiyeyê kom bibûn, herêm terikandin.
Kesên ku li qadên Nahda û Rabîatul Adewiyeyê ji bo serokomarê hilbijartî Mursî serbêst bê berdan, xwepêşandanê li dar dixin, li ber têketina qada Nahdayê bi qum û hesina berbest çêkirin.
Lijneya Wezîran ji bo xwepêşandanên li qadên Nahda û Rabîatul Adewiyeyê tên kirin û ji bo ewlehiya neteweyî dibin tehdît belav bikin, wezîfe dabû Wezîrên Karên Derve Muhemed Îbrahîm.
Di çapemeniya Misrê de jî bangên ku dixwazin 'xwepêşandan bi darê zorê bên belavkirin' balê dikşîne.