Fırat Taşdemir
21 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2023
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li Til Rifeta li bakurê Sûriyeyê 11 terorîstên PKK/YPGyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku terorîstên PKK/YPGyî ji Til Rifetê bi roketavêja pirlûle êrîşî sehaya berpirsyariya Qereqola Hidûd a Oncupinarê kir.
Hat ragihandin ku di yekîneyên Hêzên Çekdar ên Tirkan da zirar/zayîet çênebûye û hedefên terorê yên meşrû yên hatin tesbîtkirin di çarçoveya xweparastina meşrû da bi awayekî hêzdar hatin lêxistin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Dijî hedefên terorê gulebarana me dewam dike û li gor tesbîtên ewil 11 terorîstên PKK/YPGyî hatin berterefkirin. Me tu êrîşên terorê bêbersiv nehişt em ê nehêlin."