Li gundê Yolverena Batmanê ya êzdî lê dijîn, ji bo kesekî sandoq hat danîn.
Gundê Yolverena girêdayî navçeya Batmanê 16 hilbijêr ên êzdî hene. Lê ji ber ku her kes li Ewropayê dijî, bi tenê mixtarê gund may e. Di hilbijartinê de ji bo mixtar Mehmet Alcu li gundê Yakitliyê sandoqek hat danîn.
Mehmet Alcuyê 76 salî serê sibê çû gundê Yakitliyê û li mizgefta gund a ku sandoq lê heye raya xwe da.
Alcu ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di hilbijartina serokomariyê de jî wî û jina xwe ray avêtine û wiha dewam kir: "Ji ber ku hilbijêrên din li Ewropayê dijîn min û jina xwe rayên xwe avêtibû. Lê niha jina min nexweşxaneyê ye û ji ber ewlehiyê sandoq neanîn mala me. Ji bo min li gundê Yakitliyê sandoqek danîn û min jî li wir raya xwe avêt."
Mixtarê gundê Yakitliyê Samet Gezîcî (56) jî got ku îsal ji bo kesekî ne li gundê Yolverenê, li gundê wan sandoq hat danîn.
Serokê sandoqê jî got ku her çiqas kesekî ray avêtibe jî ew ê heta saet 17.00an bendê bin û paşê sandoqê vekin.