Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Îbadî li Kuweytê ziyaretên xwe yên fermî didomîne.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê Îbadî ewil bi Mîrê Kuweytê Şêx Sabah el-Ehmed el-Cabîr es-Sabah re li Qesra El-Beyanê hevdîtinek kir.
Di hevdîtinê de li ser talukeya rêxistinên terorê yên li herêmê û Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên herdu welatan hat axaftin û gavên ku divê bên avêtin hatin rojevê.
Îbadî destnîşan kir ku DÎŞI ji bo hemû welatan taluke ye û wiha got: "Ji bo ku fikrên şaş ên çeteyên DÎŞIyê ji holê bê rakirin, alîkariya welatên herêmê pir girîng e."
Îbadî pişt re bi Serokê Meclisa Kuweytê Merzuk Elî el-Ganim re hevdîtinek kir.
Di hevdîtina avahiyê meclisê de bûyerên dawîn ên li Iraq û herêmê, geşedanên ewlehî û siyasî, talukeya DÎŞIyê û di hin qadan de hevkarî hat axaftin.
Serokwezîr Îbadî ji bo piştgiriya Kuweytê spasiya Kuweytê kir. Serokê Meclisa Kuweytê Ganim jî bal kişand ku dijminên wan heman dijminin û got ku eleqeya terorê û dînekî, mezhebekî an jî baweriyekî bi hev re tune.