Ahmet Aydın
06 Gulan 2018•Rojanekirin: 07 Gulan 2018
TUNUS
Li gorî encamên berahî yên ne fermî ku televizyona dewletê ya Tunisê ragihandin, di hilbijartinên herêmî de Partiya Nehdayê ji sedî 27,5ên dengan wergirt û bû partiya yekemîn û Partiya Nîda Tûnisê jî ji sedî 22,5ê dengan wergirt û bû duyemîn.
Li gorî encamên berahî yên ne fermî ku televizyona dewletê ya Tunisê ragihandin Partiya Tevgera Nehdayê ku di parlementoyê de 69 kursiyê wê hebûn ji sedî 27,5ên dengan wergirt û bû yekemê hilbijartinê.
Herwiha Partiya Nîda Tûnisê ku di parlementoyê de 55 kursiyê hebûn di hilbijartinê de bi wergirtina ji sedî 22,5ê dengan ket rêza duyemîn.
Li Tûnisê pêvajoya dengdanê bi dema herêmî seat 18.00an qediya û hejmartina dengan didome.
Tê çaverêkirin ku hejmara tekez ya hilbijartinê heta 9ê gulanê bên îlankirin.