Önder Beyter
06 Gulan 2018•Rojanekirin: 07 Gulan 2018
HEWLÊR
Li Iraqê hilbijartina giştî ya ku wê di 12ê gulanê da bê kirin bere bere nêzîk dibe, lêbelê li Herêma Kurdistana Iraqê ne di navbera aliyên siyasî da milmilaneyeke cidî heye û ne jî li kuçe û kolanan kelecana hilbijartinê heye. Ji ber qeyrana aboriyê û nemana baweriyê bi aliyên siyasî, dengdêr hêvîşikestî bûne.
Partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê di hilbijartina giştî ya herî dawî ku di 30ê Nîsana 2014an da hat kirin da ji Hewlêr, Silêmanî û Duhokê 44 û herwiha ji herêmên ku nîqaş li ser heye yên wekî Kerkûk, Mûsil û Diyalayê jî 18 parlamenterê derxistin û bi tevahî 62 parlamenter şandin Meclisa Iraqê. Wê demê ji ber ku qeyrana aboriyê, DEAŞ û rageşiya siyasî ya Hewlêr-Bexdayê tunebûn, li herêmên ku nîqaş li ser heye nifûza Kurdan bihêz bû û herwiha li gorî tevahiya Iraqê rewşa Kurdan çêtir bû.
Rêveberiya Hewlêrê pêşiyê bi birîna budceyê ya bi destê hikûmeta navendî ya Iraqê ra ma û herwiha dû ra jî derbeya duyemîn bi derketina DEAŞê ra xwar. Xelkê herêmê yê ku ji ber qeyrana aboriyê û tehdîdên DEAŞê bêzar bûbû, piştî pêkhatina referanduma serxwebûnê ya ku di bin serkêşiya Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da pêk hat, bi xeyalşikestineke mezin ra rûbirû ma.
Piştî referanduma nemeşrû hikûmeta navendî ya Iraqê, Kerkûk di serî da hêzên Pêşmerge ji Mûsil û Diyalayê derxistin û bandora wan a eskerî pasîfîze kir.
Xelkê herêmê ji ber van qewimînên nexweş ên ku di 4 salên dawîn da rû dan, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) berpirsiyar dibîne. Xelk wer bawer e ku ji ber polîtîkayên xelet ên partiyên siyasî ew bi xwe zikdiriyayî dibin û ji ber vê qasê jî guhê xwe nadin soz û wadên aliyên siyasî. Anku li kuçe û kolanan şûna coş û kelecana hilbijartinê, bêdengiyeke mezin pejal vedaye.
Dengdêrên ku bi peyamnêrê AAyê ra xeberdan, diyar kirin ku baweriya wan bi aliyên siyasî nemaye û çi hêviyeke wan ji hilbijartinê tuneye.
Sala Ebûbekirê kargêrê restorana ku ji 1996an vir va li ber keleha dîrokî a Hewlêrê vekirî ye, diyar kir digel ku ji hilbijartinê ra maye çend roj, lêbelê li herêmê atmosfera hilbijartinê tuneye. Ebûbekîr sedemên rewşa heyî bi van gotinên xwe va destnîşan kir:
"Partiyên Kurd ên desthelat soz û wadên mezin dan gel. Lêbelê ne sozê anîn cih û ne jî xwedî li emanetê di destê xwe da, destkeftiyên vî gelî derketin. Bi tenê ji gel ra derew kirin. Baweriya gel bi giştî bi partiyên siyasî yên Kurd çi yên rast çi jî yên çep nemaye. Divê jinûva baweriya gel teze bikin ku jixwe di rewşa heyî da ev yek jî zor e."
- Hilbijartin di bin siya qeyrana aborî, siyasî û pêbaweriyê da ye
Parlamenterê Hewlêrê yê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Aydin Merûf jî destnîşan kir ku çend sedemên wê yekê hene ku li herêmê milmilaneya hilbijartinê tuneye.
Merûf wiha axivî, "Sedemê herî girîng, qeyrana aboriyê ye. Ji ber ku xelk nikare derbasiya xwe bike. Sedemeke din jî ew e ku baweriya gel bi partiyên desthelat nemaye. Piştî DEAŞê bi taybetî jî pevçûnên ku di 16ê Cotmeha 2017an da li Kerkûkê di navbera Hewlêr û Bexdayê da qewimîn, tesîreke neyênî li ser Kurdan kir. Vê yekê li ser partiyên siyasî yên Kurd jî bandoreke xirab çêkir. Hevdu bi îxanetê tawanbar dikin û nexşeyeke nexweş xêz dikin."
- Li herêmên ku nîqaş li ser heye wê dengên Kurdan kêm bin
Sosyolog Dr. Mûrad Hekîm Mihemed ê ji Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Selahedînê bal kişand ku li herêmên ku nîqaş li ser heye yên wekî Kerkûk, Mûsil, Selahedîn û Diyalayê nifûza Kurdan şikestin xwar ku ev yek wê bandorê li ser encamên hilbijartinê jî bike.
Mihemed wiha axivî, "Kerkûk wê dengên Kurdan bide kêmkirin. Ji ber pevçûnên wê derê bandora Kurdan zehf kêm bû û erkê wan ê kontrola sandoqan jî hema hema berjêrî sifirê bû. Ligel vê yekê, gelek şêniyên ji deverên cuda malên xwe terikandin, bûn koçberê navxweyî. Şêniyên mayîn ên Kurd jî baweriya wan bi partiyên siyasî nema."