Önder Beyter
16 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
SELAHEDÎN
Hat ragihandin ku li navçeya Tûzxurmatûyê ya parêzgeha Selaheddîna Iraqê pevçûnên ku duh bişev di navbera Heşda Şebî û Pêşmergeyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) derketin, hê jî dewam dikin.
Serokê Parêzgeha Selaheddînê yê Eniya Tirkmenên Iraqê Heytem Muhtaroglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir, pevçûnên ku derengiya şevê dest pê kirin, bi awayekî tund dewam dikin û herwiha îdia kir ku hêzên Heşda Şebiyê li navçeyê bi piranî kontrol kirin destê xwe.
Muhtaroglu herwisa diyar kir ku pevçûn hê jî li ber devê navçeyê dewam dikin û wiha xeber da, "Hêzên Heşda Şebiyê êrişa xwe ya dijî baregeha Pêşmerge ya li ser rêya Bexdayê didomîne."
Muhtaroglu got ku Pêşmerge li navçeyê derketin ser avahiyên bilind û Heşda Şebî jî dixwaze ku wan noqteyên serdest ji Pêşmerge bistîne û wiha got, "Hêzên Heşda Şebiyê ji bo bidestxistina embara genim a li navenda navçeyê dest bi êrişê kirin."
Herwisa Muhtaroglu diyar kir ku xelk ji duh êvarê vir va ji malên xwe dernakevin û wiha dewam kir, "Li navçeyê xelk ditirse. Kes dernakeve derva."