Sevim Hatun
16 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
KERKÛK
Hat îdiakirin ku li Kerkûka bajarê Iraqê pêşmergeyên girêdayî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi Haşda Şebiyê re li hevdu kirin û vekişîn eniya başûr a bajêr.
Fermandarê Eniya 5emîn a li rojhilatê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji nûçegihanê AAyê re axivî. Kerkûkî îdia kir ku, "Pêşmergeyên li başûrê Kerkûkê yên li eniya 4emîn, bi hikûmeta navend a Iraqê re li hev kirin û ber bi navenda bajêr ve vekişîn."
Kerkûkî got ku li ser vekişîna pêşmergeyên li başûrê herêmê ji Hewlêrê ber bi herêmê ve pêşmerge birê ketin.
Hatibû ragihandin ku li eniya 4emîn a li başûrê Kerkûkê pêşmergeyên girêdayî YNKê hatine bicîkirin.