Elif Orhan
27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
SALAHADDÎN
Hat ragihandin ku li Tûzxûrmatûya navçeya Selahaddîna wilayeta Iraqê hêzên pêşmergeyan ên girêdayî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û milîsên şiî yên tirkmen ên girêdayî Heşdî Şabiyê piştî pevçûnên ku 4 rojan berdewam kir, li hev kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm (ji YNKyê), Aso Mihemmedê Berpirsyarê Teşkîlata Kerkûkê yê YNKyê, Ebû Mehdî el-Muhendîsê Arîkarê Sekreterê Giştî yê Heşdî Şabiyê û serokê Tûgayên Bedîrê Hadî el Amirî li Balefirgeha Eskerî ya Hîlewayê ya girêdayî Tûzxûrmatûyê hatin bal hev û li ser rewşa ewlehiyê ya li herêmê hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku aliyan li hev kirin. Li gor lihevkirinê dê ji ewlehiya navenda navçeyê polês û hêzên asayîşê yên kurdan ên girêdayî Herêma Kudistanê berpirsyar bin û hêzên pêşmergeyan ên YNKyî û hêzên Heşdî Şabiyê yên wir dê vegerin mewqiyên xwe yên li derveyî navçeyê.
- "Em ê bi hev re dijî şîdetê têkoşîn bidin"
Waliyê Kerkûkê Kerîm li Tûzxûrmatûyê bersiva pirsên rojnamevanan da û got ku "Ji bo pêkanîna ewlehiya navçeyê dê ji polêsên herêmî û hêzên asayîşê yên kurdan (hêzên asayîşê yên PDK û YNKyê) hêzeke hevpar bê avakirin. Ji bo ku car din bûyerên dilsoj neqewimin peywira ku dê bikeve ser milên van hêzên ku dê ji niha pê ve ji ewlehiya navçeyê berpirsyar bin gelekî girîng e. Em ê hemû bi hev re dijî bûyerekî şîdetê yê muxtemel e ku li navçeyê derkeve bisekinin."
Serokê Tûgayên Bedirê Amirî jî wiha axivî: "Ew kesên ku li vê navçeyê fitne derxistin û bûn sedemê pevçûnên dê bêceza nemînin. Dê tezmînatê bidin mexdûran û dewlet dê ew kesên ku mirin wek şehîd bihesibîne. Li navçeyê ji bilî polês û hêzên asayîşê dê tu aliyên çekdarî neyê dîtin."
Li navçeya Tûzxûrmatûyê şeva şemiyê di navbera hêzên pêşmergeyan ên girêdayî YNKyê û milîsên şiî yên tirkmen ên girêdayî Heşdî Şabiyê de pevçûn derketibûn, di pevçûnan de 8 kes miribûn û 17 kes jî birîndar bibûn.
Li Tûzxûrmatûyê ji destpêka pevçûnan vir ve bi xetereya ewlehiya can gelek malbatên kurd û tirkmen malên xwe terikandibûn û mecbûr mabûn ku xwe bispêrin herêmên din.