28 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
HELEB
Firokeyeke ser bi Hêza Asmaniya Rûsyayê êrîşî nexweşxaneyeke sehrayê ya Helebê kir û di encamê da 30 kes hatin kuştin û 62 kesên din jî birîndar bûn.
Yek ji serkirdeyê mixalifan Îbrahîm Hac Îbrahîm ji nûçegihanê AAyê ra got, firokeyeke ser bi Hêza Asmaniya Rûsyayê li taxa Sukerî ya Helebê êrîşî nexweşxaneya sehrayê ya Qudsê kir û di êrîşê da hejmarek gelek ji wan jin, zarok û karmendê tenduristiyê bi giştî 30 kes hatin kuştin û 62 kes jî birîndar bûn.
Îbrahîm anî ziman ku ji zêdebûna hejmara kuştiyan bi fikar in û hewlên tîmên bergirya sivîlan ji bo xwegihandina kesên di bin enqaza nexweşxaneyê da berdewam e.