Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hat weşandin, fermandarên pêşmergeyan li Hewlêrê di avahiya fermî ya Barzanî de agahî dan Barzanî. Fermandarên pêşmergeyan rapora xebatên ewlehiyê ya ku der barê milîtanên DÎŞIyê de amade kiribûn, radestî Barzanî kir.
Barzanî jî telîmat da pêşmerge û polêsan da ku li hember êrîşan hişyar bin. Barzanî ji bilî vê ji fermandar û midûrên ewlekariyê xwest ku ew, malbatên ku xwe dispêrin herêma kurdan biparêzin û wiha got: "Wezîfeya me ya sereke ew e ku em mirovên ku mal û milkên xwe terk kirin û hatin vir biparêzin."