Haydar Şahin
17 Tebax 2019•Rojanekirin: 18 Tebax 2019
Li Odessaya bajarê Ukraynayê di otêlekê da şewat derket û 9 kes di şewatê da mirin.
Di daxuyaniya Serwêsa Rewşên Acil a Ukraynayê da hat diyarkirin ku li Odessayê agir bi otêla "Tokîo Star"ê ket, 9 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di dema şewatê da 200 kes li otêlê diman û ji bo bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.
Vladimir Zelenskiyyê Serokê Ukraynayê li ser Facebookê daxuyanî da û diyar kir ku bûyerê ji nêz va teqîb dikin û wiha got: "Ev di dema şer da nebû. Binpêkirina rêgezên ewlehiya kar bû sedema şewatê."