Haydar Şahin
17 Tebax 2019•Rojanekirin: 18 Tebax 2019
Li Sûdanê di navbera rêveberiya eskerî û koalisyona mixalif a sivîl da peymana Danezana Qanûna Bingehîn a bi fermî krîza otorîteyê ya ji nîsanê vir da didome xilas dike û guherînên Rêveberiya Sivîl a Berwext îlan dike hat îmzekirin.
Danezana qanûna bingehîn a di navbera Konseya Eskerî ya Berwext (KEB) û Hêzên Danezana Guherîn û Azadiyê (HDGA) da hat çêkirin bi navçîtiya Yekîtiya Afrîkayê û Etîyopyayê li Navenda Civîn û Kongreyê ya Sadaqayê ya li Xartûmê bi destê Ehmed Rabiyê Berdevkê HDGAyê û Orgeneral Mihemed Hemdan Dakaluyê Alîkarê Serokê KEBê hat îmzekirin.
Salva Kiir Mayarditê Serokê Sûdana Başûr, Faustin-Archange Touaderayê Serokomarê Afrîkaya Navîn, Uhuru Kenyattayê Serokomarê Kenyayê, Îdrîs Debiyê Serokomarê Çadê, Mistefa Medbûliyê Serokwezîrê Misrê, Abiy Ehmedê Serokwezîrê Etiyopyayê û gelek wezîrên karên derva yên welatên din û nûnerên saziyên civaka navneteweyî beşdarî merasimê bûn.
Di merasima îmzeyê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu Tirkiye temsîl kir.
Wekî mayîn serok wê li Qesra Serokomariyê civîna çapemeniyê li dar bixin.