Türkan Tosun
03 Mijdar 2020•Rojanekirin: 03 Mijdar 2020
Hat ragihandin li Viyanaya paytextê Awistiryayê di êrîşê da 3 kes hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Harald Soros ji Ajansa Nûçeyan a Awistiryayê (APA) ra daxuyand di êrîşê da 3 kes hatin kuştin.
Soros got di êrîşê da sivîlek û ji êrîşkaran kesek mir.
Berdevkê Saziya Tenduristiyê ya Viyanayê Chrîstoph Mîerau jî daxuyand 15 kes birîndar bûn, rewşa 7 kesan giran e.