Hakan Çopur,Michael Gabriel Hernandez
18 Sibat 2024•Rojanekirin: 19 Sibat 2024
Li paytextê Amerîkayê Washingtonê bi hezaran kesên digel sir û seqemê hatin cem hev, meşiyan avahiya Kongreyê û seba Xezeyê bangewaziya agirbesta bilez kirin.
Xwepêşandana piştevaniya ji bo Xezeyê ya gelek komên piştgiriyê didin Filistînê bi awayekî hevbeş organîze kirin, li Washingtonê careke din jî berteka dijî Îsraîlê û rêveberiya Amerîkayê ya piştgiriyê dide Îsraîlê, nîşan da.
Xwepêşandêran digel sir û seqemê pankartên piştgiriya ji bo Filistînê bilind kirin û heta ber avahiya Kongreyê meşiyan, durişmên wekî "Xeze dê jinûva jidayik be, Filistîn dê nemire", "Azadî ji bo Filistînê", "Li Xezeyê agirbest aniha" berz kirin.
Endamê Tevgera Ciwaniya Filistînê Mihemed Qasim ê ji peyamnêrê AAyê ra axivî, wiha got, "Jenosîda Îsraîlê ji 130 rojî derbas bû, ji bo agirbesta bilez em daketin ser kolanan, em dixwazin êdî Amerîka dawiyê li fonkirina Îsraîlê bîne."
Xwepêşandana digel tedbîrên ewlehiyê yên polêsan pêk hat, ber bi êvarê bi dawî bû.