Hüseyin Demirci
18 Sibat 2024•Rojanekirin: 20 Sibat 2024
KARS (AA) - Otêlên li Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê sezonê bi rêjeyeke bilind tijî derbas dikin.
Navenda ku bi daristanên darçamê, berfa krîstal, pîstên dirêj û 2 hezar û 634 raqimê va navdar e bi pîstên xwe yên kaşûnê yên curbecur va û berfa stûriya wê digihêje 154 santîmetreyan va balê dikşîne ser xwe. Mêvanên xwemalî û biyanî yên tên navendê, kêliyên xweş derbas dikin û her wiha kaşûn, kaşûna bi xizangan û snowboardê dikin.
Walî û Wekîlê Şaredar Ziya Polat ji rojanamegeran ra diyar kir, berfa van rojên dawî barî, sezon dirêjtir kir.
Polat bal kişand ku li navendê sezon tijî derbas dibe û wiha dewam kir, "Îsal şikir ji Xwedê ra berfeke bi bereket barî, me sezon pir baş derbas kir û em derbas dikin. Otêlên me nexasim di tetîla nîvê salê da tijî bûn. Niha bi qasî agahiya me ji hevalên otêlvan sitand, rêjeya tijîbûnê di asta sedî 95an da didome."
Gokhan Sunay diyar kir ku ew ji Bursayê ji bo geryan û kaşûnê hat Qersê û wiha dewam kir, "Me li Bursayê û li gelek cihên din kaşûn kiriye, lêbelê kaşûna li Sariqamîşê digel menzereya wê pir xweş û cuda ye. Yên nehatine bira werin."
Hîndekarê kaşûnê Osman Atilla jî diyar kir ku wan sezoneke xweş derbas kir û her wiha kaşûnhez vexwendin navendê.