ekîp
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
XUTAYA ROJHILAT/ANKARA
Li Xutaya Rojhilat ya di bin dorpêça rejima Beşar Esed da ye ji ber ku bihayên sotemeniyê zêde ye li herêmê ji bo çûn û hatinê û barbirinê eleqeya ji bona heywanên bar zêde bû.
Herêma Xutaya Rojhilat ya di nav "herêmên bêpevçûn" da cî digire qederê 6 sal in di bin dorpêça leşkerî ya rejimê da ye.
Ji ber ku hêzên Esed destûrê nadin li herêmê jiyan her diçe dijwartir dibe. Li herêmê bihayên sotemeniyê zêde ye û ev jî tesîreke mezin li çûn û hatina bi wesaîtan dike.
Xelkê Xutaya Rojhilat plastîkan dihelînin û pê îhtiyaca xwe ya mazot û benzînê peyda dikin. Ji ber ku sotemenî biha ye li herêmê ji bo çûn û hatinê û barbirinê eleqeya ji bona heywanên bar zêde bû.
Li herêmê bihayê lîtreya benzînê derket 6 hezar û 500 lireyê Sûriyeyê (45 lire), ya mazotê jî derket 2 hezar û 500 lireyê Sûriyeyê (17,5 lire).
Xelkê Xutaya Rojhilatê ji bo ku serederiyê bi vê rewşê ra bikin, cardin berê xwe dan heywanên barkêş ên ku li herêmê bi salan berê ji bo veguhastina bar dihatin emilandin.
Li Xutaya Rojhilatê ya ku mirov dikare bêje lê wesayîtên veguhastinê qet tunene, li serê her kuçeyekê mirov dikare leqî ker û hespên ku xwe didin erebeyan, were.
Her wiha li vê derê ji ber ku hewa jî pir germ e, rewşa heywanên ku xwe didin erebeyan, kezeba mirov dişewitîne.
- Bihayê heywanên barhilgir zêde bû
Ji ber ku di barguhastinê da teleba heywanên barhilgir zêde bû, bihayê van heywanan jî bi vê yekê ra zêde bû.
Qantir bi 300 hezar lireyê Sûriyeyê (2 hezar lire), ker jî bi 100 hezar lireyê Sûriyeyê (700 lire) tên firotan.
Wek mayîn xwediyên heywanan ji ber ku bihayê yêm zêde dibe gilîdar in. Heywandar dibêjin hema hema nîvê qezenca xwe didin yêmê heywanan.
Yaser Eliyê ku li Xutaya Rojhilatê bi heywanan bar dikişîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Em şebeqê zû radibin û barên ku ji bo dikanan lazim in dikişînin. Perê barkişandina me 2 hezar lireyî Sûriyeyê (14 lire) ye, lêbelê wesayîtên ku bi sotemeniyê dixebitin 5 qatê vî pereyî dixwazin."
Elî diyar kir ku nanê xwe bi vî awayî bi dest dixin, ji ber ku li herêmê bihayê her tiştî zêde ye quweta wan nagihêjê ku hemû lazimiyên xwe bistînin.
Mihemed Selîmê ji Xutaya Rojhilatê jî got, "Li vê derê rewş zehf xirab e. Êdî hatin halekê wisa ku xebitanina wesayîtan ne mimkun e. Em 60 salî paşda çûn. Ez bangî welatên ku xwe ji dorpêçê ra ker dikin dikim, sûcê vî gelî çi ye?"
Li Xutaya Rojhilatê ya ku ji çend navçeyan pêk tê û li rojhilatê Şamê ye kêm zêde 400 hezar sivîl dijîn.