İbrahim Atmaca
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 09 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Seroka Weqfa Tawakkol Karmanê xwediya xelata Aştiyê ya Nobelê Tawakkol Karmanê got, "Êş û jana ku li Yêmenê heye, li tu derê dinyayê tuneye. Li gor rapora NYê li wê derê ji 8 milyonî zêdetir kes mihtacî xidayê ne. Ji 2 milyonî zêdetir zarok û nêzî 2 milyonî jinên ducanî li wê derê mihtacî alîkariyê ne. Li wê derê bandora xelayê li ser 14 milyon kesî heye. Ev jî nêzî nîvê gelê li wê derê ye."
Konferansa "Yêmen: Tehdîdên Şer û Firsendên Aştiyê" ku Weqfa Tawakkol Karmanê li dar xist, dest pê kir. Konferans ji bo ku li ser hemû aliyên krîza Yêmenê were sekinandin û pirsgirêkên navxweyî, derveyî û navneteweyî werin ronîkirin, hat lidarxistin.
Karman di konferansê da axivî û diyar kir ew ji bo ku li ser Yêmenê biaxivin civiyan û ew ê bi gelek beşdarvanên ku seba konferansê hatin dewetkirin ra li ser pirsgirêkên li Yêmenê biaxivin.
Karman got ku ji vê derê biryarên wek pêşniyaz wê werin dayîn û li gor baweriya wê ev biryar wê piştgiriyê bidin aştiya li Yêmenê.
Karman daxuyand kir ku Yêmen 4 sal e pêvajoyeke dijwar dijî û wiha dewam kir, "Piştî şer û derbeyê êş û jan vedikişin. Em dizanin ku Yêmen û Yêmeniyan li hemberî pêvajoya dijwar çi qas li ber xwe da. Ev girîng e, lê rewşeke pir talûke ye jî. Ev dibe sedema tevliheviyekê. Dibe sedem ku li wê derê komên çekdar çêbin. Ev jî talûke ye."
Tawakkol Karmanê destnîşan kir ku vê gavê li Yêmenê felaketeke însanî heye û welêt bi wêranbûneke wisa ra rû bi rû ye ku heta niha nehatiye serî.
Karmanê diyar kir ku li welêt di qada xizmeta binesazî, perwerde, tenduristî, av û ceyranê da tengasî tê kişandin û wiha dewam kir:
"Êş û jana ku li Yêmenê heye, li tu derê dinyayê tuneye. Li gor rapora NYê li wê derê ji 8 milyonî zêdetir kes mihtacî xidayê ne. Ji 2 milyonî zêdetir zarok û nêzî 2 milyonî jinên ducanî li wê derê mihtacî alîkariyê ne. Li wê derê bandora xelayê li ser 14 milyon kesî heye. Ev jî nêzî nîvê gelê li wê derê ye."
- "Emel Huseyîn ji milyonan zarokên li wê derê tenê yek e"
Karmanê bal kişand ku rewşa Emel Huseyîna 7 salî ji birçîna xerab bû û mir û wiha dewam kir, "Emel Huseyîn ji birçîna mir û ew ji milyonan zarokên li wê derê tenê yek e."