Türkan Tosun
29 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2019
TAÎZ
Li Taîza bajarê Yêmenê di êrîşa bibombe da 6 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya çavkaniyên eskerî li El Mahaya navçeya Taîzê wesayîteke eskerî ya ku li ber xwaringehekê sekinîbû bi bombeyê hat teqandin. Nûçegihanê têlevizyona Abu Dabuyê jî di nav da 6 kes mirin û nûçegihanekî vê televizyonê jî di nav da 20 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ji miriyan 2 kes zarok in, di nav birîndaran da esker jî hene.
Berpirsyariya êrîşê tu kesî hilneda li ser xwe, ji rayedarên Yêmenê jî daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.
Artêşa Yêmenê di Çileya Paşîn a 2017an de li Mahayê kontrol bi dest xistibûn.