Türkan Tosun
29 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2019
BEXDA
Hat ragihandin li Iraqê der barê vegera pêşmergeyan a ji bo Kerkûk û herêmên biniqaş da biryareke fermî tune.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqê Cebar Yawer der barê vê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: "Der barê vegera pêşmergeyan a ji bo herêmên binîqaş yên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û rêvebiriya nevand da biryareke fermî tune."
Yawer got li herêmên Diyala, Salahaddîn, Kerkûk, Mûsil û Mexmurê ji bo dijî DEAŞê hêzeke hevpar hewce dike, Wezareta Parastina Iraqê û Wezareta Pêşmergeyan di vê mijarê da wek hevdu difikirin. Yawer anî ziman ji bo ku pêşmerge vegere van deran di navbera herdu aliyan da civînên fermî divê bên kirin û ew benda van civînan in.
Li Kerkûkê rojên çûyî şûna hêzên têkoşîna dijî terorê yên ewlehiya bajêr diparêzin hêzên taybet hatibûn wezîfedarkirin û şûna wan hatibû guherandin. Piştî vê guherînê behsa vegera pêşmergeyan hatibû rojevê.
Hat ragihandin Kurd zorê didin Bexdayê ku bila pêşmerge vegerin Kerkûkê, lê Ereb û Tirkmen vê naxwazin.
Piştî ku Mesûd Barzaniyê serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê di 25ê Îlona 2017an da referandum kiribû rêvebiriya navendî ya Iraqê eskerên xwe şandibûn Kerkûk û herêmên binîqaş û kontrola van deran ji destê pêşmergeyan hildabû.