Ahmet Kaplan
26 Adar 2024•Rojanekirin: 26 Adar 2024
Lı Kayapinara navçeya navend a Diyarbekirê di navbera du koman da şerê çekdarî derket, di şer da kesek birîndar bû.
Li Taxa Peyasê komeke ku hat Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya Komeleya Têkoşîna Muptelayên Madeyan a Civakî û kesên li komeleyê da ji ber sedemeke hê nayê zanîn nîaş derket, piştî demekî nîqaş mezin bû û guherî şer.
Di şer da A.G.N (22) birîndar bû.
Li ser îxbara kesên hawirdor ekîbên tenduristî û polêsan sewqî cihê bûyerê kirin.
Birîndar piştî midaxeleya ekîbên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl.
Hat dîtin ku di dema şer da hin guleyan îsabetî camên komeleyê kir.
Polêsan 2 kesên tevî şer bûn binçav kirin, ji bo girtina gumanbarên reviyan xebat dan dest pê kirin.