Ferizat Kaya
11 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
ADEN
Li Laheca bajarê Yêmenê di êrîşa hewayî ya hêzên koalîsyona navneteweyî da 6 milîtanên Hûsî hatin kuştin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên girêdayî Hêzên Berxwedana Gel (HBG) ya alîgirê Serokomar Ebdurabbu Mensûr Hadî, hêzên koalîsyona navneteweyî li El-Kabitaya navçeya bajarê Lahecê, li ser koma Hûsiyan êrîşa hewayî li dar xist. Di êrîşê da 6 milîtan hatin kuştin û cebilxaneya wan jî hat îmhekirin.