01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
ANKARA
Balyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Enqereyê der heqê bûyerên dawîn ên ku li yêmenê diqewimin de daxuyaniyek da û îdia kir ku rejima Îranê bi çek, fuzeyên erdhejê û pisporên eskerî piştgirî dide derbekeran û diyar kir ku ev rewş dibe sedem ku rageşî û bêîstiqrariya li herêmê zêde bibe.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Balyozxaneyê hat dayîn de hat gotin ku "Îran hê jî tevî karên navxweyî yên welatên ereban dibe" û hat destnîşankirin ku ev rewş li herêmê dibe sedema rageşî û bêîstiqrariyê.
Di daxuyaniyê de biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi nimreya 2216 a ku armanca wê çareserkirina qeyrana Yêmenê ye hat bibîrxistin û dan zanîn ku bûyerên li Yêmenê "berdewamiya eşkere û zelal a midaxaleya Îranê ya ku ji bo neserketina hewldanên navneteweyî yên ku zirarê dide ewlehiya Yêmenê û mezhebperestiyê xurt dike ye."
Di daxuyaniyê de cih dan ev îfadeyan:
"Mixabin rejima Îranê hê jî bi çek, fuzeyên erdhejê û bi alîkariya pispirên eskerî piştevaniya derbekeran dike. Ji ber vê yekê li herêmê bêîstîqrarî û rageşî zêde dibe. Rejima Îranê ya ku piştevaniya derbekeran dike, wan teşwîq dike û midaxaleyê karên navxweyî dike, dibe sedema rewşa trajîk a ku gelê Yemenê rûbirû dimîne. Heke ku rejima Îranê piştevaniya derbekeran nekira, derbeker nekaribûn êrîşê bibin ser sînorên Erebistana Siûdî, bi fuzeyan êrîşê bibin ser bajarên wan û gefan li hatûçûna navneteweyî bixwun.
Qraliyeta Erebistana Siûdî bibîrdixe ku mafê wan ê parastina serxwbûn û ewlehiyê heye. Rejima Îranê li herêmê dibe sedema bêîstiqrariyê. Bang li civaka navneteweyî dikin, bila civaka navneteweyî di vê mijarê de ya ku dikeve ser milê xwe bi cih bîne."